Nalî
Ji Wîkîpediya
Nalî (1797-1855) helbestvanekî kurd e ku bi zaravê soranî nivîsandiye.
Nalî, li bajarê Şarezorê, li gundê Qeredaxê, hatiye dinê. Nalî, leqebê wî yê helbestvaniyê ye. Navê wî yê rastî Mele Xidir e, kurê Ehmed Şaweys e. Li Silêmaniyê û li Şamê xwendina xwe diqedîne. Demekê li Şamê dimîne, paşê derbasî Stenbolê dibe. Li cem mîrekê kurd, Ehmed Paşa Baban dimîne. Di wê demê de li welêt gelek serhildan çêdibin. Ev serhildan û têkçûna milet, li ser Nalî tesîrên mezin dihêlin û wî digihîjînin fikrên miletî. Nalî helbestên evîndariyê nivîsîne. Bi van helbestên giranbuha di nava edebiyata kurdî de cihekê mihum digre. Li Stenbolê di goristana Eba - eyûbê - ensarî de veşartî ye.