Necmettin Erbakan
Ji Wîkîpediya
Necmettin Erbakan (* 29'ê kewçêrê 1926 li Sinop) yek ji siyasetmedarên navdar û serokwezîrên bêrê yên Tirkiyê ye.
Piştî dibistana seretayî perwerdeya endazyariya makîna dibîne. Ji bo perwerdeya bilind a zankoyê diçe Almanya û li bajarê Aachen dixwîne. Di perwerdeya xwe de serkeftinên berbiçav dike û ev yeka han bala gelekan dikişîne. Erbakan li Almanya di fîrmaya Deutz de kar dibîne.
Di sala 1965'î de dibe profesorê endazyariya makînayê û li Zanîngeha teknîk a Stenbolê dersê dide.
[biguherîne] Jiyana Erbakan a polîtîk
Ew di salên 70yî de di bin siya îdeologiya Tirk-Îslamê de dest bi siyasetê dike. Bi navê "Milli Görüş - Nêrîna neteweyî" rêxistineke li dijî tevgera xurt a çepgîran dadimezirîne. Dewlet jî gelek alîkariyê dike. Lê di 1971'î de desthilatî dikeve destê artêşê û partiya yekem a ku wî damezirandibû "Milli Nizam Partisi - Partiya sazîbûna neteweyî" tê qedexekirin û çalakiyên wî tên bisînorkirin.
Di sala 1973'î de MSP (Partiya bextewariya neteweyî) dadimezirîne. Li dijî xurtbûn û pêşketina çepgîran û tevgerên Kurdan dewlet alîkariyê dide wî. Di 1974-1978'î de di gelek koalîsyonan de wekî cihgirê serok peywirdar dibe.
Di 12'ê rezberê 1980'î de leşker dîsa dest didin ser desthilatdariyê û Erbakan jî tê girtin. 10 sal cezayê siyasetê lê tê birrîn. Di sala 1987'î de cezayê tê rakirin û ew jî ji mêj ve dest bi polîtîkayê dike. Bi damezrandina RP (Partiya refahê) ew di salên 1996-1997 serokwezîrtiyê dike. Lê leşker rika xwe berdidin wî çalakiyên wî bisînordikin. Lewra ew sînorê ku artêşê ji wî re danibû bi hin axavtinên wî dihate xerakirin. Di 30'ê pûşperê 1997'î de leşker xebatên wî qedexe dikin û RP yê jî vedigirin.
Erbakan bi navê Fazilet Partisi dîsa partiyek dadimezirîne lê ew jî tê qedexekirin. Li dijî wê gelek doz hatine vekirin.
[biguherîne] Erbakan di jiyana xwe ya polîtîk de çi kir?
- Yekemîn car bi Îsraelê ve peymana strajetîk a parastinê mor kir. Lê Erbakan di gotinên xwe de hergav li dijî Cihûtiyê derdiket, siyonîzm rexne dikir.
- Dagirkirina Qubrisê de ew cihgirê serokwezîr Bülent Ecevit bû.
- Di axavtineke xwe ya li Amedê de wiha digot "Hey neviyên Selahedînê Eyûbî, we ola Îslamê xelas kir, hûn çi ji me bixwazin kêm e". Lê di desthilatiyên xwe de siyasetên qirêj û têr xwînî li dijî Kurdan dimeşand.
- Li dijî cîhana rojavayî derdiket lê zarokên xwe li DYA dide xwandin.
- Doza Îslamê dikir lê Îslam bi awayekî Tirkperwer şîrovedikir. Tirk wekî xwedî û rêberê Îslamê dida pêş.
- Her gav pesnê artêşê dida û hemî biryar û daxwazên leşkeran bêî rexne bicihdianî. Lê digot ez demokratim.