Okyanûsa Atlantîk
Ji Wîkîpediya
Pênc Okyanûsa Cîhan |
---|
|
Okyanûsa Atlantîk li Okyanûsa Mezin şinda duwem mezintir Okyanûsa Cîhan e. Ewê navberê Ewropa û Efrîka di Emerîka de ye. Bi deryayên dor hevre 106,2 milon km² aqarê xwe heye. Xala tê de herî kûr bi 9.219 m Korta Porto Rîko ye. Ji bo ragihandinê navbera Ewropa û Emerîka de, ew deryaya herî pir li ser tê ragihandin e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Nav
Navê xwe ji Mitolojiya Yewnan de tê. Di Yewnanî de navê xwe Atlantis thalassa ango Derya Atlas bû. Ew nava herî pêş de di Dîroka Herodot de hat dîn.
[biguherîne] Sînorên Atlantîk
Atlantîk ê pir li nîvkadîya bakurê cîhanê ye. Sînorên xwe wiha ne; li bakur Cemsera Bakur û Okyanûsa Arktîk, li bakur rojhelat [[Ewropa], li başûr rojhelat Efrîka, li başûr Antartîka, li başûr rojava Emerîkaya Başûr, li bakur rojava Emerîkaya Bakur. Ji bo Atlantîk di bakur de derê başûr wek Atlantîka Başûr û Atlantîka Bakur jî tê par ve kirin.
[biguherîne] Deyayên Dor
Deryayên dor Atlantîk gorî mezin bû ne xwe wiha ne:
Derya Bakura ewropayê (1.380.000 km²), Derya Bakur (575.000 km²), Derya Rojhelat (413.000 km²), Derya Navîn ( 2.596.000 km²), Derya Reş ( 424.000 km²), Derya Navîn yê Emerîka (4.354.000 km²), Hudson Bay (1.230.000 km²), Baffin Bay, Derya Labrador.
Li cem wan deryan bi qanalê çekiri jî radigîhê deryanan. Kanala Sûweyş Derya Sor radigîhîne Derya Navîn, Kanala Panama jî Derya Navîn yê Emerîka radigîhîne Okyanûsa Mezin.
[biguherîne] Girav
Giravê herî mezinê Cîhanê di Okyanûsa Atlantîk de ye. Ew Grönland e. Hin giravên dinê mezin wek Îslanda, Girava Brîtanîya, Îrlanda û Girava Nû. Koma Giravên di Atlantîk de jî Kanarîya, Asor, Bahama, Antîl, Kap Verde û Giravên Falkland. Çend Giravên biçûkê wek St. Helena jî hene.
Heta Emerîka hat doz kirin, hin mirovan zen dikir ko di Okyanûsa Atlantîk de parzemînekê bi navê Atlantîs heye.
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Okyanûsa Atlantîk hene. |