Orgazm
Ji Wîkîpediya
Orgazm, balfirîn, pişthatin, vexweşîn armanc û asta herî bilind a seksê ye. Di Kurdî de gelek binavkirinên wê hene.
Orgazm proseseka biyolojîk, fîzyolojîk û psîkolojîk e û ev hemî jî bo ravekirina orgazmê têrî nakin. Orgazm gorî hin wêjevanan nayê şîrovekirin lê tê jiyandin.
Bi riya têkiliyên seksî orgazm pêk te. Ji bo orgazma mêran pirranî ejekûlasyon tê bikaranîn lê ew bi xwe jî orgazm e. Ango orgazm bi ejekûlasyonê destpêdike. Bi qasî 10-20 sn didome. Lê mirov dikare bi hin alîkarên kîmyayî yan fîzîkî vê pêvajoyê dirêj bike.
Di pêvajoya orgazmê de hormona seratonîn di laş de diherike û ev hormon kêfxweşiyê dide. Orgazm wekî mafek jî tê dîtin. Ango di seksê de parcot divê rêz ji mafên hevûdu yên orgazmê re bigirin. Nebûna yan kêmbûna orgazmê sedemê nexweşiyên psîkosomatîk, fîzyolojîk an neurolojîk in. Dîsa orgazm di jiyana parcotan de roleke mezin dileyîze û neparvekirina orgazmê dikane ziyanê bide têkiliyan.