Pîşesazî
Ji Wîkîpediya
Bi giştî, ji her desteyeka karweriyê ra ko bi şêwaz û metodên wekhev û hevpişk ji bo bidestveanîna fayîde an qezancê di xebitin pîşesazî dihêt gotin, mîna pîşesaziya mûzîkê, pîşesaziya tirumpêlan ango otomobîlan. Bêjeyên hemmehne (sînonîm) endustrî,senayî ne.
Bi ramaneka dî, pîşesazî ew tişt bû ko wekî bingehê peydebûna Ewrûpa ya nû piştî Şoreşa Pîşesaziyê dihêt hesibandin. Di vê ramana nû da, pîşesaziyê wekî metodekê nû yê berhemanîn û aborîyê cihê berhemanîna bazirganane û feudalane girt. Destpêka wan guhartinan bi afirandina makîneya helmê û pêşkevtinên zanistî û teknolocîkî yên dî bû.
[biguherîne] Cureyên pîşesazîyê
Pîşesazî di aborîyê da dabêşî pîşesaziya destpêk, pîşesaziya duyê û pîşesaziya sêyê dibêt. Pîşesaziya duyê bi xwe dabêşî pîşesaziya sivik û pîşesaziya giran dibit.
[biguherîne] Pîşesaziya Destpêkê
Ev pişik ji pîşesaziya her neteweyekê wan pîşesaziya vedigirit ko ji bo hemî pîşesaziyên dî gelek bingehîn û destpêkanî ne. Mînakên vî coreyê pîşesaziyê derêxistina madeyên xav ji madenan, cotkarî û çandin, rêlvanî (daristan), terşdarî (xwedîkirina pez û ga û lawirên dî), masîgirî û h.w.d. ne.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».