Paul Erdős
Ji Wîkîpediya
Paul Erdős [ˈɛrdøːʃ] (* 26'ê adarê 1913 li Bûdapeşt, Macaristan; † 20'ê rezberê 1996 li Warşow, Polonya) yek ji matematîkvanên navdar ên sedsala 20emîn e.
Xwedî kesayetiyeke taybet, singfireh û zîrek bûye. Dîsîplîna matematîkê bi kêf û şadî daye naskirin û belavkirin. Çi gava ku kaxêzeke vala bidîta ji bo çareserkirina problemên matematîkî bikardianî. Jiyaneke têr rengîn jiyaye û pirr li rûyê cîhanê geriyaye.
Wî di xebatên xwe de kollektîvîzm bingeh girtiye û gelek xebatên xwe bi alîkariya matematîknasên hemdemî kiriye. Li ser matematîkê gelek gotar nivîsiye.
Wî matematîka koman bipêşxistiye, angaşta probablîteyê li ser bingehên zexm daye rûniştandin.
[biguherîne] Li ser Erdős
- Paul Hoffman: Der Mann, der die Zahlen liebte - Zilamê evîndarê matematîkê. Ullstein 1998, ISBN 3-550-06978-2 Jînenîgariya Erdós bi awayê romanê. (zimanê Almanî)