Penîs
Ji Wîkîpediya
Penîs (bi grekî: πέος) organa zayender a meran e. Herwekî organa zayender a ajalên nêr e jî. Di kurdî de gelek binavkirinên penîsê hene.
Hin ji wan kîr, xir in. Mêr û nêr bi kanala mîzê ya di penîs de ye, mîzê berederve dikin. Dema ejekûlasyonê spermên mêr an nêr dikevin kanala mîzê ya penîsê û ji wir dipişke der.
Di zimanê latînî de tê wateya boçîk. Dema penîs tê nixurçîn (stîmûlîzekirin, hişyarkirin) organ bi xwînê tê dagirtin û penîs hişkerepî dibe. Ev yeka han ejekûlasyonê hêsan dike û ji bo wê ye.
Di hişkerepiyê de dirêjî û berayiya penîsê mezin dibe. Piştî ejekûlasyonê organ dîsa vediçilmise, sarsistî dibe. Xwîna ku penîs hişkerepî kiriye bi qasî demekê di organê de dimîne. Ango penîs ji nişka ve na lê hêdî hêdî sarsistî dibe.
[biguherîne] Hin parçeyên penîsê
- Gun(ik)
- Hêl(ik)
- Frenûlûm
- Çermê penîsê
- Serê penîsê
- Kanala mîzê (çûlê, cûrikê)