Qerqerût
Ji Wîkîpediya
Navê Qerqerûtê bi Tirkî kirine Sazlica. Gundekî girêdayî Gimgim a Mûşê ye. Bingeha vê gundê heya sedsala 16emîn kevn e. Avakerên gund berekî ji eşîra Pazûkî, Qerbaşî (an Qerwaşî) bûne. Bi navê Osman serokmalbatekî cara pêşîn li vir bicihbûye. Gimgim di bin desthilatiya şêxan de bûye. Di navbera Osman û şêxên Gimgimê de gelek caran pevçûn derketiye. Lawê Osman Sofî û piştre jî Elî Axa gund bi sitar kirine. Têkiliya Elî Axa bi dewleta Osmaniyan re çêbûye û Osmanî ew kirine qeymekam. Qerqerût xwedî sirûşteke ciwan e. Erdê gund avî û deşt e. Çemê bi navê Ava Mezin ku ji Goşkarbaba (an Koçkarbaba) tê di ber gund re derbas dibe.