Qubin
Ji Wîkîpediya
Qubîn (tr. Beşiri) yek ji navçeyên Êlihê ye. Bingeha navçeyê heya dema Hûrrîyan kevn e. Asûrî, Med, Pers, Makedonî, Roma, Bîzans, Mongol, mîrîtiyên Kurdan, Osmanî li vir desthilatî kirine. Di sala 1926 ´î de wekî navçe bi Sêrtê ve û di sala 1990 ´î de jî bi Êlihê ve hatiye girêdan. 16km ji Êlihê dûr e. Rûber 889km², bilindahî ji rûyê avê 680m ye. Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 8.523 û bi giştî jî 33.152 ye. 1 nehiye, 51 gund û 64 mezre girêdayî Qubînê ne. Aborî pirranî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Herwekî li navçeyê kargehên piçûk û çend jî fabrîk hene. Bo mînak fabrîka nîsk, fabrîka xalîçeyan.