Raze Jam
Ji Wîkîpediya
Rêzan Cemal (Raze Jam) di sala 1985’an de li Mêrdîn e ji dayîk bû û di zaroktiya wî de bala wî li ser mûzîkê bû. Di temeneke ciwan de dest bi nivîsandina helbestên xwe kir û dixwest ku bibe helbestvanek.
Di 1997’an da tevî malbata xwe koçî Swêd kirin û ji welatê xwe cûda dest bi jiyaneke nû kir. Niha, li bajarê Borlänga Swêdê niştecî ye, him li zanîngehê xwendekar e him jî bi mûzîkê re têkildar e. Heya niha, stranên rap, hip-hop yên bi Tirkî û Swêdî çêkirin û di gelek konsêran de derket ser dikê. Lê niha, hew bi Kurdî mûzîka rap çêdike û armanca wî ew e ku mûzîka Kurdî ya rap bide destpêkirin.
Niha, li ser yekem strana xwe ya Kurdî ya bi navê ‘Em Kurd in’ projeyên xwe berdewam dike. Çavên we û guhên we bila vekirîbe ku hun agahiyên di derbarê Rêzan de nerevînin.