Rojî Kurd
Ji Wîkîpediya
Rojî Kurd kovareke kurdî û tirkî bû.
Kovara Rojî Kurd di sala 1913 li Îstenbolê bi kurdî (kurmancî-soranî) û tirkî derket. Xwedî îmtîyaz û mudîrê wê yê mesûl: 'Evdilkerîmê Silêmaniyê ye. Di bin navê kovarê de bi tirkî weha hatîye nivîsîn: "Şîmdîlîk ayda bîr neşr olunur” (Nuka mehê carekê derdikeve.) Li ser qapaxa hejmara pêşîn a kovarê rismê Seleheddînê Eyyubî, li ser hejmara 2. rismê Kerîmxanê Zend, li ser ya 3. rismê Huseyin Ken'an Paşayê Bedirxanî(1857-1913, kurê Mîr Bedirxan e, li girava Girîdê ji dayik bûye) û li ser ya 4. jî rismê bajarê Erzerûmê heye.
Her sê hejmarên pêşîn ên kovara Rojî Kurd, ji alî Cemal Xeznedar, di 1981an de li Bexdadê ji nû ve wek cild hat çapkirin. Piştre di 2005an de Ebdulla Zengene, li Silêmaniyê her çar hejmar bi hev re çap kirin
Her hejmarek wê 32 rûpel e. Ebada wê (li gor çapa nû): 24,2x17 cm ye.
Rojî Kurd, organa Civata Telebeyên Kurdan Hêvî (Kurd Talebe-î Hêvî Cemiyeti) bû. Ev cemîyet jî di 1912'an de li Îstenbolê hatîye damezrandin.
Weşandina kovara Rojî Kurd di 1913'an de hate sekinandin, lê li şûna wê kovara Hetawî Kurd dest bi weşanê kir.
[biguherîne] Hejmarên Rojî Kurd
Tarîxa derketina her çar hejmaran weha ye:
- 1......6 Hezîran 1329/14 Receb 1331/1913
- 2......6 Temmuz 1329/14 Şaban 1331/1913
- 3......1 Agustos 1329/11 Remezan 1331/1913
- 4......30 Agustos 1329/1913
[biguherîne] Bo Zêdetir Agahdarî Binêre
- Malmîsanij û Mahmûd Lewendî; Li Kurdistana Bakur û Li Tirkiyê Rojnamegerîya Kurdî (1908-1981),cild-1, Weşanên Jîna Nû, Uppsala, 1989, r: 53-57
- Ebdulla Zengene, Rojî Kurd, (1913 Estemûl)Govarî Civatî” Hêvî”y Qutabyanî Kurd, Binkey Jîn, Silêmanî 2005
[biguherîne] Çavkanî
- Mahmud Lewendî; YEKEM ÇÎROKA MODERN A KURDÎ, (Malpera Amîda Kurd), 7 îlon(çiriya pêşîn) 2006 pêncşem