Ronî Îlten
Ji Wîkîpediya
Ronî Îlten wênevanekî kurd e.
Di sala 1963 de li gundê Tila Navro ya girêdayî Misirca Sêrtê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund qedandiye. Têkilîyên wî ye hunerê hîn li gund destpêkiribun. Gelek sitran afirandine. Di sala 1994 de ji cîh û warên xwe hatiye koçberkirin.
Di sala 2004 de li Navenda Çanda Bahar ê dest bi xebatên şanoyê kiriye. Bi leystika ya bi navê "Rastî " beşdarî mîhrîcana Batman ê (2004) bûye. Di heman demê de derhinêriya leystikê jî kiriye. Bi heman lîstikê beşdarî mîhrîcana Amedê (2005) bûye.
Wekîdin leystikeke şanoyê bi navê "Koç" nivîsandiye û derhinêriya wê jî kiriye. Bi vê leystikê beşdarî mîhrîcana Batman ê (2005) bûye. Sala 2005 de beşdarî du pêşangehan bûye. Yek li Batman ê li kolana hunerê u ya din jî li Bulanik ê (taybet) vekiriye.
Perwerdehî ya wêne li kargeha hunerên bedew a bi navê "Soresor" ê li ba hunermend u nivîsakar Fewzî Bîge dîtiye û xebatên xwe yî hunerî hîn jî li wir didomîne