Sefera Xaçiyayê Sêyem
Ji Wîkîpediya
Sefera Xaçiyayê Sêyem (1189-1192) seferakê Xaçayê, ango xiristiyanen, ji bo Orşelîm ji misilmanan ji Silhedînê Eyûbîye kurd bistinin hati bû ava kirin. Ew ji alîyên keyê Fransa Philipp II, keyê îngiltere Richard I(Lionheart, ango dilşêrî) û kaiserê împaratoriya Romaya Pîroz, Friedrich Barbarossa hatî bû der xistin. Lê derva bajarê Akka Xaçîyan serkeftî na bûn û Friedrich Barbarossa di dema seferê de mir.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Sedem
Dûv Sefera Xaçiyayê Duyem bê serkeftî bûbû re dewletên ji pê Sefera Xaçiyayê Yekem re hatinî sazkirin ji alîya misilmanan de dihat zor kirin. Di 1154an de Nûredîn ji xanêdanê Zengîyan de Şam dest xwe xist û kira paytexta xwe. Di 1169an de Nûredîn Silhedînê Eyûbî û apê wî Şirko va şandina ser Şovalyeyên xaçperestanê Misir û Fatimîyan. Silhedînê Eyûbî û apê xwe va bi dawî di 1171an de Qehire ji xanedanê Fatimîyan stand. Silhedînê Eyûbî xwe li wir wek siltan da zanîn û dewleta Eyûbî saz kir. Paş Nûredîn di 1174an de mir re Silhedîn Şam, ji pê re jî Sûrî bi piranî dest xwe xist. 1183an de Haleb, çend salan ji pê re jî Mûsil hundura dewletê kir. Ji pê re dewletên misilmanan li dor beşdara dewleta xwe kirin şunda çarxe ser dewletên ji pê Sefera Xaçiyayê Yekem re bi destî xaçperastan hatî sazkirinî bû. Li Felestîn, di 4'e tirmehê 1187an de, wî artêşa Xaçan di Cenga Hattin de bin xist. Ji pê re Silhadîn Keyatîya Jerusalem bi piranî dagir kir. Di 2'e kewçêrê de jî Orşelîm vegirt. Wê demê Silhadîn derve çend bajarên wek Tripoli û Antakya bi piranî ji Xaçperestan standin. Kengê Ew nûçeyê Silhadîn Orşelîm vigirtiyî gehîşta ewropa, li ewropa tevlihevîya mezin bû û Papa Urban III ji wê sedemê de mir. Papayê pê wî re hatî ji bo seferakê Xaçî bang kir.
[biguherîne] Sefera Friedrich Barabarossa
Ji pê banga Papa re heman Friedrich Barbarossa di 27'e kewçêrê 1188 li Mainzê xaç hel girt û derketa seferê ye. Pê wî re Richard I û Philipp II jî derketina sefereyê ye. Friedrich şuna çûna bi keştîyan ser Derya Navîn re arteşa xwe bi paya di Balkan û Anatoliya re derbaza Anatoliya kir. Derên derbaz dibûn re Friedrich bi xwe re jî leşker komdikirin. Kengê Macaristan jî xelas kirin leşker gehîştî bûn nêzî 100.000 kes. Împaratorê Bîzans Isaak II pêşîn ji bo ser Konstantinopolis di tengavê derbaz bûne re destûr na de. Paş Friedrich Adrianapolis ji Bîzans stand re wî destur da. Anatoliya wê demê bi piranî dest misilmanan û dewlata Selçukan de bû. Dema Şovalyeyên Xaçan hatina Anatoliya Selçukan gelek êrîşa Xaçan kir. Lê, di gulanê 1190an de Friedrich û Xaçperestan paytexta Selçukan Iconum(îroj, Konya) dagir kirin. Lê di 10'e tîrmehê de Friedrich kengê di çemê Göksure derbaz dibû di wir de fetisi ye. Artêşa xweya germen bi piranî vegerîyana Elmanya. Friedrich V, lawê Friedrich Barbarossa, bi leşkerên berman va dewama sefere kir û di 1190an de gehîşte Akka ye.
[biguherîne] Richard I û Philipp II
Keyê Îngiltere Richard I(dil şêrî) û Keya Fransa Philipp II di tîrmehê 1190an de li Marsilya ji bo hena Sîcîlya û zivistanê lê derbaz kin di derya re derketine sefere. Dûv zivistanê re Philip 30'e adarê 1191an de ji bo hera Felestin li Sîcîlya der ket. Richard pê wî re encax di 10'e avrêlê li Sicilya der ket. Lê keştîyen Richard ji bo bahozakê nêza Qubris bûn. Li wir mîrzayê Qubris Isaak Kommenos dê û jina Richard dîl hel girt. Richard û leşkerên xwe çûna Rodos e. Ji bo dîlan bifilitînin Richard û leşkerên xwe êrîşa Qubrise kirin. Richard girav çend rojan de ji Isaak stand. Di avrêlê 1191an de Philipp û Richard li Tîros gehîştina hev. Richard û Philipp teva Xaçîyên Akka dorpêç kirinî bûn. Ew dera di gelawêjê 1189an de bin dorpêçkirina Guido von Lusignan, Keyê Keyatîya Orşelîm, de bû. Guido von Lusignan di Cenga Hattin dîl bû, lê Silhadîn di 1189an de de ew di zindanê de serbbest ber da. Paş leşkerên Friedrich IV hatî bûn ji Akka hîn nikanî bûn dagir kirinî bûn.
Paş Philipp û Richard jî hat bajar di derya da jî bi tunî hat dorpêç kirin. Di bajer de peroka naxweşîyê derketî bû û kêmavîya nan û avê derketî bû. Di wê sedemê de bi dawî di tîrmehê de Silhadîn û Xaçperest ji bo bajer li hev hatin. Gorî wê peymanê, xaçperestan ji bo misilmanekî serekê mezin xastin. Dûv re dane wê hêdî bû Richard di 22'e gelawêjê 1191an de 2700 misilman bi ser jê kirine kuştin. Dûv wê re Silhadin pir sor bû leşkerên xwe şunda çerxa ser Akka kirin. Lê, pê re leşkeren xwe ji bo bajer biparastin biri ne Orşelîm e. Xaçî li Akka man û ji bo kî dike lipêş bi Keyê Orşelîm be berhevdan. Bi dawî ewna wiha li hev hatin; pêşîn Guido von Lusignan dike bi key be, kengê ew mir jî Konrad von Montferrat dike bi key be. Ji bo ve bîryarê Philipp II welata Pîroz terikand û vegerîya Fransa ye.
[biguherîne] Sefera Richard
Paş Philipp çû re Richard dewama sefere kir û beravên navbera Tîros û Yafa ji Silhadîn standin. Ji bo Orşelîmê ji misilmanan bistînin wî artêşa xwe çerxa ser Orşelîm kir. Kengê, Richard Yafa hel girt, beraftin ji bo peymanê navbera Silhadin û Richard dest pê kir. Ji bo wê Silhadin birayê xwe El Edîl şande Yafa. Lê ew bê serkeftî bû. Di pûşperê 1192an de Siladin Yafa ji Richard stand, lê ew nêzik şunda bi dest xaçperestan ket.
Richard û Silhadin ji bo Orşelîm gelek caran ceng kirin. Ji bo li ber Orşelîm Richard di wa hin cengan de bin ket, bi dawî ji Orşelîm vegerî ye. Di 2'erezberê 1192an de Silhedin û ji bo peymanekê li hev hatin. Gorî wê, derên Richard li beravê Felestin dagirkirinî dike dest xiristîyanan de bime ye û Orşelîm jî dike dest misilmanan de bime ye, lê xaçperestên bêçek dike bikanin ji bo hecê hena Orşelîm e. Serve, gorî peymana, navbera herdu siltanan de dike sê selan aşi^ti he be. Richard di dawîya rezberê de Felesyin terilkand û Sefera Xaçiyayê Sêyem xelas bû.
[biguherîne] Dûv Sefera Xaçiyayê Sêyem re
Orşelîm dest misilmanan û Silhadin ma. Lê, Keyatîya Orşelîm vê care bi paytexta Akka şunda hat saz kirin.