Serhad Bapîr
Ji Wîkîpediya
Serhad Bapîr wênesazeke kurd e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Jiyana Wî
Di sala 1964 an da li Bakûrê Kurdistanê, li bajarê Tetwanê hate dinê.Hê ji dibistana navîn beşdarê têkoşîna rizgarîxwaz a netewî ya gelê Kurd bû. Ji ber beşdarbûna vê têkoşîna polîtîk, di sala 1983 yan da serê wî bi cunta Tirka ya wê demê ra kete belayê, lê gerîyan.
Di sala 1984 an da, wek penaberekî polîtîk, derbasê Yewnanîstanê bû. Ji sala 1987 heta 1992 yan beşa Wêne û Hunerên Pratîk a Akademîya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Arîstotelîs a Salonîkê xwend. Di beşa wêna da li atolyên Prof. Vangelîs Dîmîreas û Dîmîtrîs Kondos û di beşa grafîkê da jî li ba Prof. Yîorgîos Mîlîos dersan girt. Ji bo xwendina xwe ya hunerî ya zanîngehê, di navbera salên 1985 û 1992 an da ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê burs stend. Ji sala 2001 ê vir va di Beşa Grafikê ya heman zanîngehê da, li atolîya Prof. Xsenefon Sahînîs xwendina xwe didomîne.
Ji sala 1995 a heta 1997 an li Navenda Çandî ya Stavrupolîs a Salonîkê wek mamostê resim xebitî. Ji sala 1997 an û vir va di dibistana navîn da kardike. Ji sala 1993 an vir va endamê Komela Hunermendên Nîgarkarî ya Bakûrê Yewnanîstanê (K.H.N.B.Y.) û ji sala 1994 an pê va jî endamê Yekîtîya Hunerên Nîgarî ya Yunanîstanê (Y.H.N.Y.) ye.
Ji sala 1985 an vir va li Salonîkê dijî.
[biguherîne] Berhemên Wî
Berhemên wî, di Galerîya Şîrketa Perwerdeyî ya Makedonî (Ş.P.M.), di nav civanbenda (Kolleksîyon) “TEXNΔ Şîrketa Makedonî ya Hunerî Şaxê bajarê Kîlkîs, civanbenda Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, civanbenda kovara Nûdemê li Swedê, civanbenda Sotîrîs Tsukalîs û dî nav cîvanbendên gelek kesên dîn da hene.
[biguherîne] Pêşengehên Ferdî
1997 Navenda Çandî ya Stavrupolîs, Salonîkî, Yunanîstan. 1998 "TEXNÎ" Şîrketa Makedonî ya Hunerî, Şaxê bajarê Kîlkîs,Yunanîstan. 1999 "Il Rifugio d’ artista", Gîannîtsa, Yewnanîstan. 2001 Kitêbxaneya Kurdî, Stockholm, Swêd.
[biguherîne] Pêşengehên Tevayî yên Sereke
1992 Pêşengeha 4 an a mezunên Akademîya Hunerên Cwan a Zanîngeha Arîstoteles a Salonîkê, li Şîrketa Lîmana Salonîkê.
1994 Otêla Sîthonîa Beach, Xalkîdîkî, bi Komela Hunermendên Nîgarkarî ya Bakûra Yunanîstanê (K.H.N.B.Y.) re.
1995 Eywana Hunerê “ART İsavron ", bi K.H.N.B.Y.re.
"DİMİTRİA”,Şaredarîya Salonîkî, li Galerîya Şîrketa Perwerdeyî ya Makedonî (Ş.P.M.), bi K.H.N.B.Y. re.
1997 Muzexana Hunerên Nûjen, Florina, bi K.H.N.B.Y. re.
“DİMİTRİA”, Şaradarîya Salonîkê, li Galerîya (Ş.P.M.) bi K.H.N.B.Y. re.
Komcivîna Hunerî ya 1 an (1997) û ya 2 yan (1999) a Kluba Plankirina Perwerdeyî "İDİPOLİS" li Eywana Hunerê ya Ethnikis Aminis 9-A, Şaredarîya Salonîkê.
1998 Pêşengeha wêneyan Galerîya Eksostis, Salonîkî.
The 1 st. International Miniart Bienniale Vãsby 98, Swêd.
Pêşengeha K.H.N.B.Y. li Eywana Hunerê ya Th. Makridi ya Şaredarîya Salonîkê.
1999 Pêşengeha Grafîkan, Galerîya Eksostis,Salonîkî.
"Wêneyekî û Hezar Daxwaz", li Eywana Hunerê Alaca İmaret a Şaredarîya Salonîkê, bi K.H.N.B.Y. re.
3:rd Egyptian İnternational Print Trienniale 1999, Kahîre, Misir.
2000 Pêşengeha Mînyatoran, Galerîya "IANOS" Salonîkî, bi K.H.N.B.Y. re.
"AENAON", Pêşengeha Mînyatoran, Atîna, bi K.H.N.B.Y. re.
"War û Şikil" ji bo bîranîna Nikos Sahinis", li Eywana Hunerê Alaca İmaret, a Şaredarîya Salonîkê, bi K.H.N.B.Y. re.
Pêşangeha Xêzikan ji bo bîranîna Lukas Venetulas, li Eywana Hunerê ya Muzexaneya Arxeolojîkî ya Berê, li Şaredarîya Salonîkê, bi K.H.N.B.Y. re.
Triannala 1an a Grafîkên Yunan, Galerîya Pieridi, Atîna, bi Yekîtîya Hunerên Nîgarî ya Yunanîstanê (Y.H.N.Y.) re.
2001 “Gulana Şareza”, “Rupelnîşan”, Şahidên çanda me ya çapkirî, Festîvala Pirtûkan a Salonîkê, li Eywana Hunerê ya Ps. N. Th. "Apogios", bi K.H.N.B.Y. re.
Civanbenda "TEXNİ ” ya Ş.M.H. a Şaxê bajarê Kîlkîs, li Eywana Hunerê ya Vafopoulio ya Şaredarîya Salonîkê.
"Meha Hunera Nîgarîyê", Texnopolis a Şaredarîya Atînayê bi Y.H.N.Y. re.
Pêşengeha 1a ya Mînyatoran a Yunanîstanê, Di beşa grafîkan da Xelata Pêşengehê, Eywana Hunerê ya Vafopoulîo ya Şaredarîya Salonîkê, bi K.H.N.B.Y. re.
[biguherîne] Ji Nav Weşanan
- Grafîkên Serhad, kataloga pêşengehê, Şaredarîya Stavrupolîs, 1997,Salonîkî.
- Kostas Laxas, nivîskar, wênekar, pêşgotina ji bo kataloga pêşengeha 1997 an.
- İ Avriani, 29ê Adara 1997 a, rojnama rojane, Salonîkî. "Girafîkçêkerê Kurd bêdengîya xwe betal kir"
- Nûdem, hejmara 23 ya, Payîza 1997 a, Swêd, hevpeyvîna bi kovara wêje û hunerî ra û albuma 24 rupelî bi 26 grafîkên hunermend di heman hejmarê da.
- Nea Poria, 16 Çileya 1998 a, rojname, Kîlkîs. "Îfadeya nîgarî ji Kurdistanê, pêşengeha wêne û grafîkan a hunermendê Kurd Serhad”.
- İdidis, 21 ê Çileya 1998 a, rojname, Kîlkîs. “ Serhadê Kurd li TEXNİ, hunera xwe pêşberî me dike”.
- Kronos, 30 yê Çileya 1998 a, rojname, Kîlkîs. “ Pêşengeha grafîkan – Serhad, dîmen, nîgar, Kurdistan."
- Grafîkên Serhad, kataloga pêşengehê, “ TEXNİ ”, Şîrketa Makedonî ya Hunerî, Şaxê bajarê Kîlkîs, 1998.
- İ Avgi", 21 ê Çileya 1998 a, rojnama rojane, Atîna. "Hunermendekî Kurd li Kîlkîs"
- Angelioforos, 21 ê Çileya 1998 a, rojnama rojane, Salonîkî. "Rikîtîya Jîyanê"
- Nea Mamedonia, 1 ê Sibata 1998 a, rojnama rojane, Salonîkî. Hevpeyvîna Hefteyê “ Serhad, kolandina nîgarên têkoşînê ” Hevpeyvîna bi Smaro Xrîstîdou xanim ra.
- “Rêya ber bi yê tenişta te dûr e. ” Rêze dokumenter a Qanala 3 ya televizyona dewleta Yunan ET3, 1998.
- Katia Kilesopulu, dîrokvana hunerê, kataloga "Hunermendên Nîgarkarî ya Bakûra Yewnanîstanê", 15 sal piştî damezirandina Komela Hunermendên Nîgarkarî ya Bakûra Yunanîstanê (K.H.N.B.Y.), Weşanên “ İANOS ”, Çileya 2000 a Salonîkî.
- Jiyana Rewşen, hejmara 37 a, Sibata 2000 an Stenbol, Tirkîye.
- Kataloga Triennala 1 an a Grafîkên Yunan, Galerîya " Pieridi ", Atîna, 2001.
- Civanbenda Şîrketa Makedonî ya Hunerî “TEXNİ ” ya bajarê Kîlkîs, Eywana Hunerê yaVafopulîo ya Şaredarîya Salonîkî, Nîsana 2001 a.
- Kataloga Pêşengeha 1 a ya Hunera Mînyatorî a Yewnanîstanê, Eywana Hunerê ya Vafopulîo ya Şaredarîya Salonîkî, 2001.
[biguherîne] Grêdanên Derve
Çavkanî: Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê