Sorik (nexweşî)
Ji Wîkîpediya
Sorik (Morbili) yek ji nexweşiyên mîkrobîk, bisaw ên zarokan e.
Kesên ku sîstema wan î parastinê biserketine, di zaroktiyê de derbaskirine, bi sorikê nakevin. Bisaw e, pirr zû belav dibe. Pirranî bi payîz û zivistanan xwe dide der. Kurtbûna vîrûsan 9-10 roj didome û paşê vîrûs xwe zêde dikin.
[biguherîne] Hin sîmptomên sorikê
- Hêstirên çavan
- Destpêkê de zêdetîna laş
- Kuxîn
- Herikîna poz (bêvle)
- Di nava mûkoza dev de pinkteyên sorik
- Pinkteyên sorik di çermê zarok de
Nexweşî heger komplîkasyonek nehêle û sîstema parastinê biserbikeve di nava çend rojan de derbas dibe û ti ziyanê nahêle. Divê bête zanîn ku sorik di zarokên pirr piçûk, mirovên temendirêj û bicaniyan de dijwar û bixetere ye. Hîjyen û bihêzkirina laş pirr girîng e.
[biguherîne] Terapî
Terapiya sorikê li ser bihêzkirina laş û hîjyenê ye. Dermaneke taybet nîne. Bijîşk dikarin hin kombînezonên antîbiyotîkan bikarbînin. Dermanên êşê, xistina tîna laş jî tên bikaranîn. Zarokên ku bi sorikê ketine, bi qasî 9-10 rojan naçin dibistanê û di vê demê de bo ku nebe saw tê tênêkirin. Derziya parastinê ya sorikê di 10 mehî de tên lêxistin. Çêtir e mirov zarokan birêkûpêk bibin derzîkirinê.