Sunnî
Ji Wîkîpediya
Peyva Sunnî an Sunî - Sûnî ji peyva Erebî ya sunne û sunnet tê. Wateya "tevgera wekî Hz. Mihemed" e. Piştî wefata peyxember Hz. Mihemed, ola Îslamê dikeve nav siyasetê. Li ser textê Xelîfetiyê pevçûn derdikevin. Herwekî di tevgera rojane, ibadet û tixûbên feylesofiya Îslamê de nakokî destpêdikin. Çendîn şax û dibistanên ku gorî xwe ola Îslamê şîrove dikin derdikevin. Hêdî hêdî ev dibistan xwe birêxistin dikin û di navbera hev de şerên têr bi xwîn lidardixin.
Gorî Sunniyan di ola Îslamê de çar dibistanên, mezhebên rast hene: Îmamî Azam (an Hanefî), Îmamî Şaafî, Îmamî Malîkî û Îmamî Hanbelî. Sunnî, mezheba ku Îmamî Caferî bingeha wê daniye, Şîa napejirînin.
Di dîroka Kurdistanê de bi navê "Şêrê 100 salî" hatina artêşên Ereb-Îslaman tê binavkirin. Kurdan berê bi pirranî ola Zerdeştî dihebûne. Hatina Îslamê bi xwîn, komkujî û azaran bûye. Di nava Kurdan û Ereb- Îslaman de 100 salî şer domiye. Kurd bi pirranî mezheba Îmamî Şaafî dihebînin. Herwekî Îmamî Azam (Henefî) û Şîa jî hene. Hinek Kurdan wê gavê bi nîvanîv Îslam pejirandine û bi navê Elewî formeke Îslamê pêk hatiye.