Superego
Ji Wîkîpediya
Superego bi Kurdî serez / ezder e. Gorî Sigmund Freud kesayetiya mirov ji 3 radeyan pêk tê. Îd (ajez, binez), ego (eze) û superego. Îd kana energiya kesayetiyê ye. Zarok dema ji dayîk dibe cara pêşîn radeya yekemîn temam dike, ango îdê. Îd pêdiviyên organîk û stimulusên genetîk (êrîşkarî, sexualite, birçîbun hwd) dihewîne. Mirov cara duyemîn egoya xwe çêdike û herî dawî jî superegoyê. Serez an ezder, kesayetiya mirov a ku ji bandora derve çêdibe ye. Xûyakirina mirov a di nava civakê de ye.