Taqa
Ji Wîkîpediya
Taqa gundekî bi ser navçeya Midyadê girêdayî Mêrdînê ye. Taqa nêzî navçe Midyadê 14 Km e, di navbera gundên Mizîzex, Xerabiya û Heynwertê da dimînê. Niştecihên gund bi tevahî Êzîdî na û koçî ewropa kirina. Taqa ji aliyê dewleta tirk ve hatiye şewitandin.
Taqa û gundiyên gundê Taqa wekî Heverka têne nasîn, di salên 1922 û 1925 da bi rêberiya Haco herema Midyadê dikevê nava tevgereke Kurdperwer. Tevî hemî alîgir û eşîra hevêrka êdî di qesra Seyxo da dimînê asê û nêzî 30 rojî şerekî bê navber ji aliyê Çelebiyê Osmên ve tên ser Haco. Haco di ser Heynwert ê ra derbasî Helexê dibê. Ji wê derbasî sinsila Bagokê dibê û li badibê jî demkê dimînê. lê dizanê ku debar nabê êdî xwe li xeta Ferensawî digirê û berê xwe didê binxeta bê vegera nav êla heverka.
Mam Usif, Mirad, Dor û Pîr Pûb xwedanê roja kevnare yên derdorên gundê Taqa ne