Tosinê Reşîd
Ji Wîkîpediya
Tosinê Reşîd yek ji rojnameger û nivîskarên kurdên li Ermenîstanê ye.
Her çiqas berê bi karê rojnamegeriyê rabûye jî, zêdetir bi nivîskariya xwe tê naskirin.
Di warê nivîskariya kurteçîrokan de xwedî navekî taybet e. Ev çend sal in ku ew ji welatê bav û bapîran bi dehezaran kîlometre dûr, li welat-parzemîna Awûstralyayê dijî. Her dema ku derfet û mecal dibîne berê xwe dide cihê ku lê ji dayîk bûye.