Vajîna
Ji Wîkîpediya
Vajîna (rêv, berzik, riya dol, kis, laş, quz, gilik hwd gelek binavkirinên bi kurdî hene) organa zayender a jinê ye.
Dirûvê wê wekî kanaleke 8 cm ye. Di hundir de pirr nerm û qermiçokî ye. Çermê wê ji avzê û herik tim şil dimîne mîna herika di hundirê bêvilê (pozê) û dev de. Dora vajînayê pirr ji hev vedibe û ev yek zarokanînê û têkiliya zayendiyê hêsan dike.
Di kûraniya vajînayê de bi pişkîna destî mirov dikare hebûna qirika malzarokê bihesîne.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Qirika malzarokê
Di hundirê qirika malzarokê de vekirinek piçûk heye bi texmînî qasî çixatê ye û ev girêdanê bi hundirê malzarokê re çêdike. Ev, devê malzarokê ye.
[biguherîne] Devê malzarokê
Bi vê vekirina bi demarên hêzê û jihevvekirinê, xwîna cilan dikare navbera malzarokê û vajînayê biherike û bizrê mêr dikare di malzarokê re bigihê riya hêkê.
[biguherîne] Lêvên rûvên mezin
Du çermên qermîçokên mezin tev bi demarên piçûk ên xwînî ne. Ji derve mîna jor bi mû (por) ye. Lêvên rûvên mezin parçeyên organên zeyender, ên ku nazîk in diparêzin.
[biguherîne] Lêvên rûvên piçûk
Ev ji aliyê lêvên rûvên mezin tên nixumandin û ji bo cihên hîn kûrtir, cihê riya mîzê û kardankê biparêze. Xwîna rûvên piçûk baş diçe, ji ber wê dema têkiliya zayender an dema kulbûnê karin biwerimin. Nêzîkî vajînayê di hundirê betan de, di herdu aliyan de avzê heye. Ev herdu organên piçûk dikin ku tim jêra vajînayê şil be.
[biguherîne] Zîlik
Ev dawiya jora lêvên rûv e. Li vê derê jî gelek cidahiyên mezin henin. Mezinbûna wê wekî zixurekê ye. Ev jî yê hinek bipêş ve xûyayî ye û hinek din gerek e lê bigerin heya ku bihesînin. Dora zîlikê hemî demarên pir nazîk in, lewma dema mirov destlêbide hîsbûna wê zêde dibe.
[biguherîne] Riya mîzê
Jêra zîlikê bi qulek (kunek) piçûk dawî dibe.
[biguherîne] Devê malzarokê (kardankê)
Ev hîn hebekî jêra riya mîzê ye û bi vekirina çîman riya vajînayê vedibe. Yên keçikên ciwan qermiçokek perda qîzbûnê jêra devê vajînayê digire. Ev perde bi gelemperî pirr ji hev vedibe û teng dibe wekî lastîkê û di dema têkiliya seksî ya pêşîn kêm caran diêşe. Ji ber wê dibe ku ev perda qîzbûnê, jê re dibêjin Hymen jî, dema mirov tamponekê bikarbîne, bi xwe vebe yan biqete. Di kêm rewşan de çêdibe ku ev Hymen deriyê vajînayê bi giştî bigire. Wê dema xwîna cilan (adet dîtin, menstrûasyon) jî ne gangaz e.