Welatê Min Şahtamarê Min
Ji Wîkîpediya
Pirtûka Ahmed Arîf a dudyane. Ev pirtûk piştî mirina helbestvan, di hêla lawê wî da hinik helbestên nû hinik ên ku berê di kovaran da hatîye weşandin di vê pirtûkê da hatîye berhevkirin.
Pirtûk di sala 2003 da di nav weşanên Everest da derketîye.
Min evîna te hêdî hêdî Min evîna te mirse-misre Li ser diranên margîskan neqisand, Li diranên bi jehr, Biçiranek, kertik…
Li ser simêla werşeq Ku çavên wî cotek dojeh Bêhna xwîne ketîye poz Û bengî…
Min evîna te hêdî hêdî Min evîna te mirse-misre Li ser dilên pola ên çîya neqişand Li ser gûzana çîl-hîşîn a birûska Lo min di girtîgehan da ji te hezkirîye Di sirgûnan da. Welatê min şahtamarê min…
Li bilindayîyên te cemed Û berf, Kêrgûyên hişîn ên çîyayî Marên zemheri Ku gava tavê le dida sor dibû Û Eyloyên herî rind ên dinyaye Ku bi xişmek yaqûtî Diçîrûskîn
………………………. ……………………….
Tu li ser ser û ser çavê min e Tu li ser bêdengî û ser qerîna min e…… Li tu dosyayên dizî Li tu pirtûken vekirî Ji navê te bêtir sîleh Ji qedera te bêtir guneh Nehatîye nivisandin
Li dû te harên Dravên bi xwîn Yanî seyên dolaran Gurên sterlîn û zêran Û Nemrûdên neftan Û Yezîdên zirîçan….
……………… ………………
Tu li revê da, li mişextîyê da Di hewla can da yê….. Û mirîyên zarokan Hatiye perçekirin Ku hîn bêhna şîr jêdihat. Û mirîyên dayîkan Dayîkên bejn zirav, cîwan Çav vekirî. Gelê min Li ber sêdaran aşît….
- Helbest: Ahmed Arîf
- Wergerandin: Jiyan Alpîranî