Xalîd Beg Cîbran
Ji Wîkîpediya
Xalit Begê Cibirî damezrêner û serokê rêxistina Azadî bû.
Di sala 1882 da li Gimgima Mûş ê hatîye dinê. Ji eşîra mala Sur (Mala Sûwar) e. Di dibistanên leşkerî ên Osmanî ya da dixwûne dibe Mîralay. Ew û Şêx Seîd him pisxaltîyê hevin him jî ew bûraye Şêxê.
Demekî Li filîstêne dixebete, Şerê Cîhanê yê 1. da li Erzûrûm e û li Agirî da dijî Rûs an şer dike. Piştî qirkirina Ermenîyan dikeve nav hewildana rêxistana Kurdan. Di sala 1920 an da wek mîralay li Erzorom ê des bi xebate dike.
Di sala 1921 an da Rêxistina Azadî yê dadimezirînin.Di vî rêxistina da gelek Şêx û mîrên kurdan cîh digre. Bi Taybetî jî Mebûsê Bedlîs ê Ûsiv Zîya di warê rêxistîna gel da ristek mezin dilîze, ji xwe ber vî yekê jî di gelek çavkanîya da Xalid Beg him wek serok him jî wek berpirsîyare leşkerî, Yûsiv Zîya jî wek berpirsîyare sîyasî tê rava kirin. Le mixabin hîn gelek derfetên vê rêxistinê da hîn gelek tişt baş nayê zanîn.
Di 14 nîsana 1925 da li Bedlîsî tev û Ûsiv Zîya 4 hevalên xwe ên din tên dardakirin 1925’de heta çirkeya dawîyê jî jibo [Kurdistan|Kurdistanek]] serbixwe xebitî û goncan bi Kemalîstan re qebul nekir. Li Betlisê berê kû wî li sêdarê bidin wuha digot:
- “Ez li hemberê we ne tenê me, li pist min, li Îranê, li Mezopotamya’yê û li Tirkîyê neteweyaka mezin a Kurd di jît. Hûn îro min ji hêlê derdixin lê bas bizanin kû sibê wê sibê nevîyên me we ji nav bin”.
- (Karşınızda yalnız değilim. Arkamda, İran, Mezopotamya ve Türkiye’de muazzam bir Kürt Ulusu bulunmaktadır. Bugün beni asıyorsunuz, fakat hiç şüphemiz yoktur ki yarın torunlarımız da sizi yok edecektir.)
Cibranlı Xalit Beg, 1925