Xirîstiyanî
Ji Wîkîpediya
Xirîstiyanî (Xaçperestî, Mesîhîtî, Îsewîtî, Filehî, Filetî) ola Îsa (kurdî: Eso) pêxamber e.
Pirtûka wî a pîroz Încîl e. Ji bawermendên ola Xirîstiyaniyê re Xirîstiyan tê gotin. Ji bilî vê binavkirinê, navên Mesîhî, Îsewî, Fileh, File jî di Kurmancî de tên bikaranîn.
Ola îsayê li Filîstênê derket û li her derê dinê belav bû. Nêzîke du milyar kes bawermendê vê olê hene. Ango di dinê de ji her 6 kesên 2 bawermendên vê olê ne.
Bavê me dûayeke girîng a Xirîstiyanan e.
Her wiha bi Kurmancî jî wejeyeke nivîskî û devkî ya xirîstiyaniyê heye (Lawija Mesîh).