Zembîlfiroş
Ji Wîkîpediya
Zembîlfiroş navê destaneke kurdî ye. Derwêşek li bajarê Ferqînê zembîlan difiroşe. Jina Mîrê bajêr wî dibîne û dil dikeviyê. Di dawiya vê destanê de Zembîlfiroş yan xwe di kelhê de dike xwarê (strana Zembîlfiroş ji devê Xerapêtê Xaço), yan jî duaya wî xwedê dipejirîne û ew dibe latek (di hin versiyonan de dibe kevokek). Sebeba vê biryara wî ew e ku jina mîr êdî rê nadiyê ku ji jina xwe û zarokê xwe re rast be.
Zembîlfiroş her wiha kovareke tirkî/kurdî ye ku li Zanîngeha Dîcleyê tê weşandin. Li Zembîlfiroş (kovar) binihêre.