Çirûsk
Ji Wîkîpediya
Çirûsk (Fanzîna duwem a kurdî) fanzîneke wêjeyî û çandî ye ku di sala 2002î de ji hêla xwendekarên Zanîngeha Firatê Amed Çeko Jiyan û Rojhat Bawer li Elezîzê hejmarek derket. Di salên 2003 û 2004î de ji hêla Amed Ç. Jiyan, Laserodî Berçelan û Siya Zerdeşt Pencinarî (Laserodî Berçelan û Siya Zerdeşt Pencinarî jî xwendekarên heman zanîngehê bûn.) Sê hejmarên din jî derketin. Di wan salan de ev weşan li ser înternetê (wekî kovareke înternetî) jî weşiya. Mixabin ji kêmasiyên aborî, teknîkî û ji kêmbûna xwendevanan weşana vê fanzînê rawestiya. Çirûskê, bi dirûşma "Her teqînî li dû çirûskekê tê" dest bi weşanê kiribû.