Fanzîn
Ji Wîkîpediya
Fanzîn awayekî weşanê ye ku nêzîkî formata kovarê ye. Wekî kovarê ne giştî û profesyonel e. Ji bo derketina kovarekê destûra fermî divê, lê ji bo fanzînan ev ne pêwîst e. Ji ber vê yekê kovar, xwediyê buhayêkê ne lê fanzîn bêbuha tên belavkirin.
Wekî ku tê zanîn heya niha du fanzînên kurdî weşiyane. Fanzîna yekemîn Kulîlk a duyemîn jî Çirûsk e. Kulîlkê piştî hejmara sêyemîn weşana xwe rawestand û wekî kovar bi navê Kulîlka Ciwan derket. Kulîlka Ciwan jî, mîna gelek kovarên kurdî, di demeke kurt de weşana xwe rawestand.