Îmam Şafîî
Ji Wîkîpediya
Îmam Şafîî îmame mezheba Şafîî ye.
Navê wî Muhammed îbnî Îdrîs e,li gor salnameya Hîcrî sala 150 da li Filîstîn ê bajarê Gazze tê dunê, li vir dest bi perwerdaya olî dike,Qur'an a pîroz ji ber dike. Zaroktîya di nav xizanîyê da derbaz dibe, ji ber vî yekê dîya wî digre tihere Mekke bi cîh dibe. Perwerda xwe li vir didomîne, di alîyekî da dest bi hîn bûna zimanê erebî dike, alîyekî hedisan hîn dibe.
20 salîya xwe da pirtûka Îmam Malîkî a bi navê el-Muvatta dixwûne tihere bacarê Medine li cem wî perwerdeye dibîne.
29 salîya xwe da tihere Necran'a Yemen ê dibe qadî.
39 salîya xwe da wek alîgirê Hz. Elî tê tewanbarkirin le serbest tê berdan û tihere Bexdat ê cem Muhammed îbnî Hasan dersên fiqih hîn dibe. Dûra tihere Mekke ye û di Harem-i Şerîf ê da dest bi ders dayîne dike.Di hêla fiqih ê da bi mamoste xwe Îmam Malîkî dikeve nakokîyan ev nakokî piştî derketina pirtûka wî a bi navê "Hîlafetî Malîk" her diçê kûr dibe. Tihere Misirê da bi cîh dibe.
54 salîya xwe da li wir wefat dike. Niha gora wî li Misir ê bin çîyayê Mukattana da ye.
Îro jî bi hijmarek zêde kurd di mezheba îmamê Şafîî da ye
[biguherîne] Berhem
- Hîlafetî Malîk
- Ahkamu'l Kuran
- Es-Sunen
- Kitabu'l-um
- Musned-i Şafîî