Alamût
Ji Wîkîpediya
Alamût (farsî: دژ الموت:Dej Alamût) kelayeke li Îranê, li ser girekî çiyayên Elbruz, başûra Derya Mazenderan, nêzî Gazor Xan, nêzî Parêzgeha Qazwên, nêzî 100 km dûra Tehrana îroj bû. Lê îroj xopanên xwe tenê hê ne. Ew kelaya di 840an de li 2,100 m bilindahîyê hati bûye çêkirin. Ji bo ew ewqas bilindahîyê hati bû çê kirin dagir kirina wê gelek dijwar bû.
Di 1090an de kela ji alîya terîqeta Îsmaîlîyayê Şîyanê bi navî Xaşxaşiyan hat dagir kirin û bû demeke dirêj bû baregeh û zanîngeha wan. Kela ji alîya wan serdaran hat karger kirin;
- Hesan Sabbah (1097–1124)
- Buzurg-Ûmmîd (1124–1138)
- Muhammad Yekemî Alamut (1138–1162)
- Hasan Duyemî Alamut (1162–1166)
- Muhammad Duyemî Alamut (1166–1210)
- Hassan Sêyemî Alamut (1210–1221)
- Mohammed III (1221–1255)
- Ruknûddîn Xûrşahê Alamut (1255–1256)
Kela di 15'ê berfanberê, 1256an de ji alîya Hulagû Xan hat dagir û xopan kirin. Wî derve Quranên destnivis pirtûkxana şewitand.