Kartaca
Ji Wîkîpediya
Kartaca (Latinî: Carthago, erebî: قرطاج , yewnanî Καρχηδών Karkēdōn;, bi zimanê fenîke: קרת חדשת Qart-Hadašt ango kurdî „dewleta Nû“) dewleteke dema Antîk li Efrîkaya Bakur nêzî îroj Tûnis serfirazî ajotî bû. Paytexta Kartacayan bi hevşêwe navê bû. Niştêwarên Kartaca ji alîya Romayan de wek Pûnîyan (ji Fenîke hat afirandî bû ) dihat navandin. Ew dera Kartacayan serfirazî ajotî bû îroj di Fransî de wek Carthage, erebî jî wek قرطاج Qartaca) tê navandin û li Tûnis e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Erdnîgarî
Bajarê Kartaca li beravên Derya Navîn 10 km. li rojhelata paytexta Tûnisê îroj bi hevşêwe navî diketî bû. Kartacayan kolonîyeke Fenîkeyan bûn. Ji bo şûna xweya nêzi Tengava Sîcîlya wan derya navîn kontrol dikir.
[biguherîne] Ziman
Li Kartaca zaravayeke zimanê Fenîke dihat axaftin.
[biguherîne] Dîrok
[biguherîne] Sazî
Dewleta Kartaca di 9. sedsala b.z. an 8. sedsala b.z. ji alîya Fenîkeyan li bajarê Sûr(îng. Tyre, Lûbnan) hatî bû sazandin. Ew wek Qart-Hadast ango wek dewleta Nû hatî bû navandin. Gorî hin arkeolojîk delîlan sazîya wê wek 814 b.z. tê dîyar kirin.
[biguherîne] Dema Fenîke
Di herdu sedsalên pêşin Kartacayan li Sûr serbixwe bûn. Paş welata Fenîkeyan di 6. sedsala b.z. de ji alîya Persan hat dagir kirin şunda ewna ji Fenîkeyên kevin bi tunî bû bûn. Ji pê re wan bi Komkeştîya xweya bihêz li Sîcîlya, Sardûnya, Korsîka, Balearan, beravên Efrîkaya Bakur, beravên Spanyaya li başûr Derya Navîn kolonî peyda kirin. Dema bi Yewnana Antîk têkoşîn kirin jî wan hêza xwe dewam kirin. Wan bi Etruksan ve li ser Yewnanan bandorake mezin kir.
Dewletê hêza xwe ji komeştîyen xwe distand. Di 4. sedsala b.z. û 3. sedsala b.z. de Kartacayan bi 400.000 nitewarên xwe ve dewleta herî dewlemenda dor Derya Navîn de bû.
Di navbera 280 b.z. û 275 b.z. de navbera Roma û kolonîyan Kartacayan de Cenga Fîrîk(Pyrrhic War) derket.
Ji pê sê Cengên Punîkan hembera Romayan re dewleta Kartacayan hilweşî bûn. Cenga Punîkan pêşin (264 b.z. - 241 b.z.) Romayan ji Kartacayan Sardûnya û Korsîka standin.
Cenga Punîkan duyem de (218 b.z.– 202 b.z.) ji pê der ketina Sefera Hannibal ser Roma re der ket. Wî bi artêşa xwe ve li îtalya êrîşa Romayan kir û gelek cengan de bin xistin. Ceng li Efrîka dewam kir û Roma bi dawî artêşa Hannibal li wir bin xist.
Cenga Punîkan Sêyem (149 b.z. - 146 b.z.) bi dorpêçkirina Romayanê bajarê Kartaca re dest pê kir. Ji pê dorpêçkirineke sê selan re Romayan bi serdarîya [[Publius Cornelius Scipio Aemilianus Africanus Kartaca di 146 b.z. de Kartaca, paytexta dewletê, dagir kirin. 50.000 dimatîyên dana Romayan û ji pê re jî wek sklav hatin firotin. Bajar bi tunî hat talan û xopan kirin. 122 b.z. de Kartacayan dîsa hembera Roma serîhildan. Bi dawî Julius Caesar pê derbaza textê bû re 46 b.z. de Kartaca şunda saz kir. Di 29 b.z. 3000 kes li Kartaca bicih bûn.