Kendava fars
Ji Wîkîpediya
Kendava Fars (bi Farsî خلیج فارس, bi Inglîzî Persian Gulf) dirêjbûneka Derya Omanê ye û dikevit navbera Nîvgirava Erebîstanê û Îranê. Rûberê wê 233,000 kîlometrên çarca ne. Ji Alîyê rojhilatê bi rêya Tengava Hormuz digehit Deryaya Ommanê û Okyanûsa Hindê. Li alîyê rojava digehit dêlta ya rûbarê Şetul Ereb anko Ervendrûd ko ji bihevgehiştina rûbarên Dicle, Firat û Karûn pêkdihêt.
Tevaya beravên bakurî ya Kendava Fars Welatê Îranê ye. Welatên Îraq, Kuwêt, Bahreyn, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Oman û Erebistana Siûdî hevsîyên Kendavê ne.
[biguherîne] Navê Kendava Fars
Navê Kendavê cihê gengeşeyeka xurt di navbera welatên Erebî yên Rojhilata Navîn û Îranê da ye. Navê dîrokî yê wê her Kendava Fars bûye. Lê li çarêka dawîyê ji sedsala 20'anê welatên Erebî daxwaza guhartina navê wê kir. Li goreyê wan dibê navê wê bibit Kendava Erebî.
Civata navneteweyî hêşta ev xwesteka Ereban nepejirandîye.
[biguherîne] Cihnasî (Erdnîgarî)
Ji nîv milyon salan berî niha û virda ev kendav li ser baniya Îranê peyda bûye. Ev kendav di pêşda ji niha mezintir bû lê ji ber guhartinên erdzanistî gehaye rewşa niha ya xwe.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».