Kevirşîn
Ji Wîkîpediya
Kevirşîn ( bi tirkî: Göktaş ), gundekê girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayî Mêrdînê ye. Li Kevirşînê wekî cihekî dîrokî Qesra Hecî Bozo heye. Hecî Bozo axê gund bû. Mar digirt û piştî ku diranê wan radikir bera bîrekê dida. Ew bîr di zindana Qesrê de bû. Dema ku gundiyek an jî kesekî xerîb nebaşî bikira ceza dikir û bera nav bîra maran dida. Bi vî rengî ew ditirsandin û dikir ku tobe bikin. Hecî Bozo 140 salan li cîhanê maye.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».