Kovara W
Ji Wîkîpediya
Kovara W kovareke çandî, hunerî, wêjeyî û rexnegirî ye.
Ji sedema ku kovareke çandî, hunerî, wêjeyî û rexnegirî li bakurê Kurdistanê weşaneke bi rêk û pêk nake, komek nivîskarên ku li Amedê û bajarên dora wê rûdinin dest bi xebateke hevkarî kirin û di meha Gelawêja 2004'an de biryara derxistina Kovara W girt. Di amadekirina kovarê de 11 nivîskaran cih girtin. Navê wan 11 nivîskaran ev in: Ayhan Meretowar, Dilawer Zeraq, Hîlmî Akyol , Îrfan Amîda, Lal Laleş, Mem Bawer, Mem Mîrxan, Merdan Newayî, Rêzan Tovjîn, Serkeft Botan , Sîdar Jîr. Nivîskaran xwedîtiya kovarê li ser navê Rojîn Zarg çêkirin û edîtoriya kovarê jî dan Dilawer Zeraq û Sîdar Jîr. Lê di dûmahîkê de Edîtoriya kovarê ji aliyê Dilawer Zeraq ve hate kirin. Piştî hejmara sêyemîn niviskar Çiya Mazî û helbestvan Berken Bereh jî beşdarî nav vê komê bûn û hejmara lijneya weşanê derket 13'an.
Hejmara yekem a kovarê (Rezber-Kewçêr) di serê meha rezbera 2004'an de derket. Di hejmara yekem de şanenava 22 nivîskaran di kovarê de cih girt. Ji ber ku yekemîn car li bakurê Kurdistanê bi înisiyatîfa nivîskarên kurd kovareke wêjeyî, çandî, nirxandinû û aktuel derket, hejmara yekem ji alî xwendevanên kurdî ve bi coşî hate pêşwazîkirin û germahiyek di warê wêjekariyê de ava kir. Kovar di aliyê rexne-nirxandinê ve jî teşeyekî nû da kovargeriya kurdî.
[biguherîne] Hejmarên Kovarê
Hejmara 1'em: Rezber-Kewçêr
Hejmara 2'em; Sermawez-Berfanbar
Hejmara 3'em; Rêbendan-Reşemî
Hejmara 4'em Adar-Avrêl
Hejmara 5'em Gulan-Pûşper