Kupik, Dêrsim
Ji Wîkîpediya
Kupik gûndekî dîrokî yê bajarê Dêrsim ê li Bakûrê Kurdistanê girêdayê Navça Mêzgirê ye. Gund ji aliyê Gundên Qurqurikê (bakur), Şowag (Rojhilat), Lodek (Rojava) û Dawalî (Başur) ve hatiye dorpêş kirin.
Gund di bin Çiyayê Curnikan de hatiye ava kirin û ji şeş Gom (zom)an pêk tê. Navê gomên wê Nava gund (navenda gund), Gom, Mala Wîyalî, Goma Karê, Kortareş, Sêdikan û Mala Welîyêhesê ne.
Du newalên gund hene. Yek Newala Beravê ye ku di nava gund de derbas dibe ku navê xwe ji berava gundiyan distîne. Newala duyemîn Newala Gola Miyan e. Ku di navbera Kupikê û Gundê LOdekan de diherike.
Her du newal li binê gund ku tevlê hev dibin navê wan dibe Newala Qemlaxan. Ev newal ji gundên Dawalî, Çet, Goma POcê, Karê, Canîg û hin gundên din ku derbaz bu tevlê Çemê PÊRE dibe.
Gund ji Du bavan hatiye. Yêkem: DEWRÊŞGEWRÎ, Duyem: BAMASÛRÎ
Bamasûrî di nava xwe de çar Ezbetin. SEYNÛRIYAN, SEYDAWASAN, Mala Aliyê SEYMISTEFÊ, MALA WELYÊ HESÊ (SAFIYAN) ne.
DEWRÊŞGEWRÎ: MALA KARÊ, MALA MACÊ, MALA CAKÊ, MALA AWÊS in.
Li Kupikê Ziyareta bi navê QORÎ heye. Ku li herêmê gelekî navdar e. Heman demê de ciyekî gelek bilind e. Ji ber ku li ser Qorî, Deşta OXÎ ( DEP), XIRAN, MAMEKÎ, û Çiyayên Miradê tevahî xuya dikin.
Çavkanî: Dizgûn DENÎZ