Maxrêb
Ji Wîkîpediya
Maxrîb ( Erebî: مغرب , ango "Rojava",) ji bo navçeyê welatên Efrîkaya Bakur Tûnis, Cezayêr û Fasê tê bikaranin. Pişkî Lîbya û Morîtanya jî dikeve wê navçe. Yekî li wir dijîna jî bi Maxrîbî tê nav kirin. Hin Ereb ji bo Fasê herî rojava welatê Erebanê, li Maxrîb Fasê fehm dikin. Gotina pêşiyan Ereban wiha li qala Maxrîb dike; Maxrîb çûkekê pîroz e. Bedenê xwe Cezayêr, perê xweya rastê Tûnis, perê xweya çepê jî Fas e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Etîmolojî
Maxrîb bi wûşe di Erebî de ji bo rojava tê bikaranîn. Ew di xûrûb, ango çûna ava (ji bo roj), daketin, de tê ye. Dija wê wûşe Maşrîk e.
[biguherîne] Çande
Maxrîbî gelemperî Ereb û Berberî, hin jî Morîtanî ne. Wan xeyrî bi hindike, Tirkên dema Împaratoriya Osmanî de hatinî, mislimanê Spanî dema Endûlûs de koç kirînî, Fransî, Îngîlîzî jî hêne. Li maxrîb, wek gelên xwe, bi gelemperî Erebî û Berberî tê axaftin. Lê Erebîya wê navçe hindik ciyawaz e, ango zaravaka Erebî ya.
Gel bi gelemperî misliman û Malîkî ne. Hin deran kêmavî Îbadî jî hêne.
[biguherîne] Dîrok
Maxrîb berê bandûra Efrîkanîyan de bû. Paş Fenîkeyan û Kartacan de Roman bi tûnî maxrîb daraz danîn. Ereb dema Ûmeyyeyan de gihîştina Maxrîb. Dema El-Mûwahhîdînan û Hafsîdîyan de sedsala 12'an de Berberî yan Maxrîb daraz danîn. Dûv çaxa Navîn re maxrîb dest Împaratoriya Osmanî ket. Di sedsala 19'an de jî ji alîya Fransa, Spanya û Îtalya hat Kolonî kirin.
[biguherîne] Yekîtîya Maxrîb
Yekîtîya Maxrîb di 17'ê reşemiyê 1989 hat saz kirin. Paytexta wê Rabat, Fas e.
Endam: Cezayêr, Morîtanya, Fas, Libya û Tûnis