Meşkîna
Ji Wîkîpediya
1. Meşkîna ( bi tirkî: Bozok ), gundekî girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayî Mêrdînê ye.
Meşkîna gundekî dîrokî ye. Li rojavaya Meşkîna gundekî biçûk heye: Girik. Girik ku girêdayî Meşkîna ye, cihekî gelekî dîrokî ye. Li rojavaya Meşkîna Çiyayê Pozê Bîra heye, ku bi dehan bîrên avê li ser hene û xuyaye di dîrokê de cihekî şênî ye. Dîwarên xaniyan, benê rezan, mehsereyên tirî û hîn gelek şûn û warê dîrokî li dora Meşkîna û Girik hene. Meşkîna bi dehan caran hatiye valakirin. Ji ber şerê navxweyî, xwînî û dijminatiya gundikî. Lê di sala 1991'ê de jî Meşkînî bûn cerdevan û kesên ku nebûn cerdevan ji gund derxistin. Wê demê Girik jî hate şewitandin.
2. Meşkîna ( bi tirkî: Erdem ), gundekê girêdayî navçeya Qoser a girêdayî Mêrdînê ye.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».