Nermalava azad
Ji Wîkîpediya
Armanca sereke yanermalav an nivîsbariya Azad ew e ku bernameyan belaş bigihîne hemû gelan, her bername bi her zimanî hebe, kod ên wan ji her kesî re vekirî be, da ku her kes bikaribe tiştekî lê zêde bike. Ji lew re jî bernameyên nivîsbariya azad ji her alî ve azad in.
Her kes dikare Nivîsbariyên azad bifiroşe jî, lê ji ber ku jibergirtina wê serbest e, kes zêde pereyan tê nade.
Heta niha çend bernameyên Nivîsbariya Azad li kurdî jî hatine wergerandin û di vî warî de komek bi navê Koma PCKurd di sala 2005'an de bi armanca ku van xebatan wergerîne kurdî hate avakirin.
Ji bo Nivîsbariya Azad (en:free software) çend krîter hene:
- Azadiya bikaranina nivîsbariyê ji bo her armancê.
- Azadiya xwendina çavkaniyên nivîsbariyê (sourcecode).
- Azadiya zêdekirin û belavkirina nivîsbariyê.
- Azadiya guherandina nivîsbariyê û weşandina guhartinan.
Nivîsbariya azad bi piranî bêmize (bê ucret) ye, lê ne her dem. Lê nivîsbariya bêmize ne her tim azad e.
Yek ji avantajên nivîsbariya azad ew e ku bi hêsanî li zimanên din tê wergerandin. Bi zimanên wekî zimanê kurdî bikarhêner dikarin nivîsbariya azad serbixwe wergerînin û ne girêdayî şirketekê ne.
[biguherîne] Mînakên ji bo nivîsbariya azad
- GNU/Linux - sîstema bikaranînê
- Mozilla û Mozilla Firefox - Gerokên azad
- Mozilla Thunderbird - programa e-peyam
- PHP-Nuke - programa sazkirina malperan
- MySQL - database
- MediaWiki - nivîsbariya ji bo Wikipedia
- GIMP - programa wêneyê
- OpenOffice.org - programên ofîsê
- KDE û Gnome - programên sermasê (desktop environments)
- Apache - programa pêşkêşkeran
- FileZilla - bernameya FTP
- WinSCP - bernameya SFTP
- Gaim - bernameya suhbetê.
- Abiword - bernameya nivîsandinê.
Sîstema Microsoft Windows bi xwe ne azad e, lê ji bo Microsoft Windows jî gelek nivîsbariyên azad hene.
Azadiya nivîsbariya azad bi lîsansan weki Lîsansa giştiya GNU tê parastin.