Seyîtxan Dûrmûş
Ji Wîkîpediya
Seyîdxan Dûrmûş (Bavê Baran), di sala 1994´î de li nêzîkî Anêrê bi tevî 3 gundiyên temendirêj ji hêla dewleta Tirk ve hatiye kuştin. Zewicî bû û xwedî 4 zarok bû. Lawê Evdilbaqî û Sakîneyê ye. Seyîdxan ji beriya 12ê Îlonê (12 Îlon 1980, Cuntaya leşkerî ya Tirkiyê) heya roja şehîd ketinê herdem ji bo Kurd û Kurdistanê têkoşiya ye. Herwekî karker bû. Li Erebistana Saudî, Frensa, Germanistan hwd bi salan dima û aboriya malbata xwe bi rê ve dibir. Piştî hatina PKKê ya herêmê têkiliya wî bi wan re çêbû. Wekî mîlîs kar dikir. Li nêzîkî gundê xwe tevî 3 mîlîsên gundên cîran dicivin. Ji babirokên artêşa Tirk tên gulebarankirin û hemî bi hev re jiyana xwe jidestdidin. Artêşa Tirk laşê wan xirab dike û cenazeyên wan nade malbatên wan. Li nêzîkî baregeheke artêşa Tirk, li bajarê Mûşê meytên wan tên veşartin.