Zemberor
Ji Wîkîpediya
Zemberor ( bi tirkî: Kuruçay ), gundekê girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayî Mêrdînê ye. Ev gundekî dîrokî ye. Dewlet nahêle tu kes li vî gundî lêkolînan bike. Heta niha li vî gundî mozaîkên dîrokî, qesr,kûzik û zêr hatine dîtin.
Pêşiya gund li deşta Mêrdînê dinihêre. Aliyê rojava Çiyayê Qerejdaxê ye. Li rojhilata Zemberolê Bixurê (Derinsu) li bakurê wê Xerabreşkê û li rojavayê wê jî Tehtok hene. Gundê Bixurê û Xerabreşkê jî gundên gelekî dîrokî ne. Di navbera Zemberolê û Xerabreşkê de şikeftên dîrokî hene, mezelên kevnar ên ji demên dîrokî ve mane hene.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».