Web Analytics

See also ebooksgratis.com: no banners, no cookies, totally FREE.

CLASSICISTRANIERI HOME PAGE - YOUTUBE CHANNEL
Privacy Policy Cookie Policy Terms and Conditions
Şax, Cizîr - Wîkîpediya

Şax, Cizîr

Ji Wîkîpediya

Şax , gundekî grêdayî navçeya Şirnexê Cizîrêyê ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye şewitandin.

Gundê Şaxê
Gundê Şaxê

Gundê Şaxê ji yek gundê dîrokî û kevnareyê girêdarî navçeya Cizîrê ye. Şax Cih û warên mala Berdixaniyan bû.

Gundê Şax, seyrangeha mîran bû. Ev gundê xweza ya wê bê hempa herkes kiribû heyranê xwe. Evî gûndî malxwêtîya gelek şaristaniyan kirîye. Ji xwe ev rewş ji bermayîyên wan şaristanîyan yên li gûnd de tê fêhmkirin. Ew Şaxa ko ji artêşên Îskenderê Mezin û Tîmûr re singa xwe kirî çeper, dikeve qûntara Çiyayê Çeko'yê li alîyê rojhiltê Çiyayê Cûdî. Li gorî çavkanîyên mîtolojîk Şax, piştî tofana Nûh pêximber hatîye avakirin. Hawidûrên Şax bi sûrhan hatîye dûrpêçkirin. Li Şax û hawirdûrên wê de bi navê Kelha Dûşê, Kelha Çeko, Kelha Keçê, Kelha Kirtî (Kelha Mamgûrî), Kelha Bêgîne, Kelha Xirabe (Kelha Birahîm Paşa) û Kelha Bedirxan Begê, heft kelih hene.

Di van kelhan de dewsên cûre cûre şaristanîyan xweya dikin. Di nav van kelhan de Kelha Bedirxan Beg'ê, 365 odên wê hene û li alîyê rojhilatê kehlê li wî kevirê kelih ser hatî avakirin de şkeftek bi destan hatî çêkirin heye û derincên diçe şkeftê jî bi kolandina kevirî hatîye çêkirin.

Ji bo pêşwazîkirina hewceyîya avê di nava kelhê de Serhincek heye. Ji bo avê bînin ser kelhê dîwarek nêzîkî 300 metreyan dirêj û 5 metreyan bilind hatîye avakirin û li ser wî dîwarî re cûya avê hatîye çêkirin û ava kelhê li ser wî dîwarî re hatîye anîn. Ava kelhê bi wî awayî dihate pêkanîn. Di kelhê de ji bo derketina ji derve tenê derîyek li alîyê Taxa Hêşetê heye. Li alîyê başûrê kelhê Mizgeftek li alîyê bakûrê kelhê jî Dêrek hatîye avakirin. Hawidûrên Şax bi sûrhan hatîye dûrpêçkirin. Li gorî firehîya wan sûrnan û li gorî eserên li navbeyna wan sûrhan de hatîn dîtin tê zanîn ko Şax di wî demî de bajarek pir mezin û xwedîyê şaristanîye pir zengîn bo.

Di nava Şax'ê de medreseyek bi navê Medresa Şazeh ji alîyê ji Mîrên Cizîr'ê Mecduddîn'ê kûrê Emir Abdal ve hatî avakirin heye. Wextê bê xwestin bê çoyîn diwanxana Kayser ewa li alîyê bakûrê Şax'ê, ji Şax'ê heta bi gihê serê çîyê li cem diwanxana Kayser, mirov rastê 6 heykelên li ser keviran bi tarzên wekhev hatîn çêkirin tê. Heykelê yekemîn yê li ser rêka Dîwanxana Kayser, pêşberê kelha Bedirxan Beg'ê de Çîyayek bi navê “Berê Kelhê” heye. Li bin wî çîyayî de dû şkeft hene. Bi derincên bi kolandina keviran hatîn çêkirin e hilkişandina ji bo wan şkeftan. Nêzîkî wan şkeftan li ser kevirek nêzîkî erdê figûrên zelamek ji nevkê û evraz hatî çêkirin heye. Li ser serê wî kûm heye û zelamek bi rih e, li destê wî yê çepê de di rasta singê xwe girtî xencerek heye. Bi destê xwe yê rastê, bi tlîya şehdê Kelha Keçê nîşan dide. Heykel'ê dûwemîn, ji yê yekemîn nêzîkî 500 metreyan pêşdetir li alîyê bâkûr ve li nêzîkî wî cihê ko sûrha Şax'ê digihê çîyayê Berê Kehlê, li ser rûyê kevirê çîyayî, bi çar metreyan nêzîkî erdê hatîye çêkirin. Ebadên wî nêzîkî mirovekî bi rastî ne. Bejna wî temam e, bi rihe û li ser serê wî jî kûm heye.

Di destê wî yê çepê de xencerek, herwekî ji ber kemera xwe re hilkişandî, heye. Bi destêxwe yê rastê, bi tilîya şehdê Kelha Keçê yan jî Şkefta Kûnba'yê nîşan dide. Li ser wî cûbbeyek dirêj heta tê ser lingê wî heye û lser cûbbeyî kemerek li ser nêva wî re hatîyî girêdan heye û lingê wî jî pêxwas e. Demê mirov 300 metreya pêşdetir biçe, mirov rasta derinceyek ko di hilkişêt li ser Berê Kelhê tê û navê jî Derinca Xûşabê ye. Piştî mirov ji wê derincê hilkişa bi sed metreyan mirov rastê heykelek li ser rûyê kevirek nêzîkî dû metreyan bilind, 50 cm.yan ji erdê bilindti û ji nêvkê evraztir hatî çêkirin tê. Tişta vî heykelî ji wan heykelên dî cûda dike, li ser serê vî heykelî re rêzek nivîs heye û wê nivîsê de jî “QOYN” herf eşkere tên xwûyakirin. Heykelê çaremîn ji yê sêyemîn 300 metreya pêşdetir, nêzîkî Dîwanxana Kayser li alîyê çepê, li ser rûyê kevirek hişk, wekî natorvanekê li ser pîyan rawestayî hatîye çêkirin.

Gundê Şaxê
Gundê Şaxê

Ev figûr ji wan figûrên dî çêtir bi rêkûpêk hatîye çêkirin. Li ser serê wî kûm heye, pêxwas e û cûbbeyê wî dirêjî ser lingê wî dibe. Bi teybetî rihê wî bi şehkirin û rêkûpêkbona xwe gelek balkêşe. Di destê xencerek nêzîkî singa xwe girtî heye. Bi tilîya xwe ya şehdê ya destê rastê ew jî îstîqameta wan heykelên dî nîşan dide. Heykelê pêncemîn bi deh metreyan nêzîkî Diwanxana Kayser li ser rûyê kevirek di nîvîre boyî dû qet hatîye çêkirin. Dema mirov biçe li cem Dîwanxana Kayser divê mirov di navbeyna wan herdû kevirên ji hevdû hatîn qet kirin re derbaz bibe. Dema mirov di navbeyna herdû keviran re derbaz bibe, mirov rastê figûrê zelamekê, li ser rûyê kevirê alîyê rastê bi 50 cm.yan ji erdê bilindtir tê. Ev heykel jî heman wekî wan heykelên dî ne. Heykelê şeşemîn di nava dîwanxaê de ye. Ji bilî van berheman li Şax'ê dêr'ek dîrokî bi navê û pirek li ser ava 'Nêrdûş bi navê Pira Bagoz'ê heye. Ji bilî vê pirê jî li ser ava Nêrdûş sê pir dî jî hene. Yek ji wan di gelîyê şax'ê de li ser rêya diçe Kelha Bêgîne ye. Herdû pirên dî li binya Şax'ê ew jî li ser ava Nêrdûş hatine avakirin, bes yek ji wana xirabeye navê wê jî Pira Şkestî ye, ya dî li ser lingan hêja avaye, navê wê Pira Aşa ye. Pira Gelî di sala 1975'an de hatîye temîr kirin.

Gundê Şaxê
Gundê Şaxê

Di kitêba dîroka Kurd Şerefname'yê de dema behsa Şax dike pesnê wê bi xweşîya Hinar'ê wê dide. Ji bilî wê dibêje: Di Şax'ê de Ermenî, Fileh û qebîla Şildîyan dijîn. Jîyana Misilman, Ermenî û Fileh'ên kildanî bi hevre di vê herêmê de û heyîna Dêr û Mizgeftê bi tevde di kelha Bedirxan Begê de nîşan dide ko di vê herêmê de di navbeyna çand û bawerîyan de hevkarî, lihevkirin û aşîtî hebo. Ew nivîsên bizmarî yên li ser keviran jî nîşan dide ko ev herêm jibermayê bajarek antîk e.

Ji berya zayînê ve, di salên 330'an de, ev herêm ketîye bin hakimîyeta Iskenderê Mezin yê Makedonî de û li bermayên wan jî di vê herêma antîk de lê tê rasthatin. Li cihên cûda cûda şeş heykelên li ser keviran hatîn çêkirin, herwekî bi hevdû re şêwirîn hemi yek alîyê nîşan diden. Li gorî hinekan ev tevde xezîneyekê işaret dikin, li gorî hinekan jî ew tilîyên alîyê rojhilat nîşan diden, dema İskender'ê mezin viyayî li Cûdî re derbaz bibe, bi hezaran leşkerên wî di Cûdî de telef bowîne, ev heykelên he balkêşîya mirovan li ser heybetîya çîyayê Cûdî dikin.


 
Gundên Cizîrê

Bakertal | Bakosk | Basîsik | Batil | Baziftê | Biyaqubik | Bunisra | Bêdar| Cibrî | Cinibir | Dikî | Dêra Bilind | Dêra Jor | Dêra Jêr | Emerîn | Ernebat | Genda | Giraxîn | Gozik | Harbak | Hebler | Hoser | Kavilbekran | Pelîsî | Qesrik | Rewênî | Robara Jor | Robara Jêr | Seravê | Snati | Şax | Xirabê Tûwa | Zerê Zerê |

Static Wikipedia (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2007 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2006 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu

Static Wikipedia February 2008 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu