Oralseks
Ji Wîkîpediya
Oralseks yek ji cureyên seksê, têkiliya seksî ye û bi bikaranîna devê hişyarkirina organên zayenderî ye.
Peyva "oral" ji "oris - dev" a latînî tê. Bi devê, ango lêv û ziman alastina organên zayenderî yên partner e. Di gelek çandan de ji xeynî genîtalseksê cureyên din rewa nayên dîtin an bi veşartî tê kirin. Gorî ola Îslamê oralseks ne heram lê nîvheram e. Herwekî têketina spermayan a dev heram-qedexe ye. Li hin welatan bi fermî qedexe ye. Bo mînak li Sîngapûr oralseks û analseks bi fermî qedexe ne
Heger hîjyenîk nebe hemî cureyên seksê dikare bi xwe re hin nexweşiyên mîkrobîk belavbike. Zerika reş û zerika zer dikare bi riya seksê derbasbibe. Vîrûsên Papilloma dikarin şêrpenceyê li dev derînin. HIV jî herwisa.
[biguherîne] Cureyên sereke yên Oralseksê
- 69: Di heman demê de alastina organa partner e. Ango mêr a parcota xwe, jin jî yê parcotê xwe.
- Fellatio: Alastina organa zayender a mêr e. Pirranî serê penîsê tê hişyarkirin.
- Cunnilingus: Bi ziman û lêv hişyarkirin û anîna orgazma jinê ye. Pirranî klîtorîs tê stîmûlîzekirin.
- Anilingus: Stîmûlîzekirina anûsê ye (zotik, zûtik, tîzik)
Hin cureyên seksa awarte yên di heman beşê de jî hene. Bo mînak: Cumshot, Deepthroating hwd. Parcot dikarin di oralseksê de prezervatîvê jî bikarbînin.