Sperma
Ji Wîkîpediya
Sperma şaneya zayender a nêr e. Bi ya mê hêk a jinê re ducanîtiyê destpêdikin.
Di şaneya serê spermayê de koda genetîk DNA tê parastin. Sperma ku gihîşt hêkê, jiyana bicaniyê dide destpêkirin. Gorî birêzbûna kromozoman cinsiyeta zarokê jî kivşe dibe.
Di yek ejekûlasyonê de penîs zêdetirî 300 milyon spermayê dipişkîne vajînayê. Ji wan tenê yek hêkê digane. Di gandinê de boçika spermayê li derve dimîne. DNA yên di gloverka serê spermayê de ye derbasî hundirê hêkê dibe.
Li cem ajalan jî proses heman e. Di serdema nûjen de bijîşkî gelek pirsgirêkên bicanîmayînê çareserdike. Ji ber gelek sedaman dema jin nikarin hemile bimînin, bi riya gandina vecerbîn (gandina bijîşkî) bicanîmayîn tê kirin. Heger li cem mêr problem hebin, bankayên spermayan hene û jin dikarin ji wir spermayên bêproblem bikirin, bistînin.
Bo spermê ejekûlasyona mêr divê. Ji bo ejekûlasyonê yan orgazma mêr têkiliya seksî pêwîst e. Herwekî bêî têkiliya seksî jî mêr dikare bi mastûrbasyonê yan rêbazên bijîşkiyê vala bibe.